Tirkiye

Li Erdexanê di otomobîlekê da 53 berhemên dîrokî hatin qefaltin

Günay Nuh   | 26.11.2021
Li Erdexanê di otomobîlekê da 53 berhemên dîrokî hatin qefaltin

Ardahan

 Li Erdexanê ekîbên cendirmeyê di otomobîlekê da lêgerîn kirin û 53 berhemên dîrokî qefaltin.

Ekîbên Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze yên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê li ser îstixbaretekê, li ser rêbejaya Erdexan-Goleyê otomobîleke ku hat tesbîtkirin ji Şirnexê hat, rawestand.

Ekîban di otomobîlê da lêgerîn kirin û di encamê da 53 berhemên dîrokî dîtin.

Cendirmeyan dest danî ser berhemên dîrokî û her wiha der heqê 3 kesên di wesayîtê da jî miemele dan destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın