Tirkiye

Li Erdexanê germahiya hewayê di binê sifirê da 14 pile hat pîvan

Haydar Şahin   | 05.03.2021
Li Erdexanê germahiya hewayê di binê sifirê da 14 pile hat pîvan İsmail Hakkı Demir - AA

Erzurum

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev serma herî zêde bi 14 pileyên binê sifirê da li Erdexanê hat pîvan.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê sayî û ewrsayî be, dibe ku berdestê sibê û bi şev cemed çêbe, mij bikeve û pûk rabe.

Li herêmê germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be û bayê ji aliyê bakur ra rabe.

Bi şev germahiya hewayê li Erdexanê di binê sifirê da 14, li Erziromê di binê sifirê da 11, li Qersê di binê sifirê da 9, li Agiriyê di binê sifirê da 7, li Erzincanê di binê sifirê da 3, li Tunceliyê di binê sifirê da 1 û li Îdirê jî 4 pile hat pîvan.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Tunceliyê 17, li Îdirê 14, li Erzincanê 12, li Qersê 5, li Erziromê 4, li Erdexan û Agiriyê 3 pile be.

Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji bo cemed, mij, pûk û aşîtê baldar bin û tevdîrên xwe hildin.

Li Erziromê ji ber sermayê kulîlkên li baxçeyan û şadirwan cemidîn, sivingê xaniyan cembelîk girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.