Tirkiye

Li Enqereyê di 2 operasyonên cuda yên dijî DEAŞ û PKKyê da 11 berşik hatin qefaltin

Sertaç Bulur   | 14.07.2021
Li Enqereyê di 2 operasyonên cuda yên dijî DEAŞ û PKKyê da 11 berşik hatin qefaltin

Ankara

Di 2 operasyonên cuda yên ku li navenda bajarê Enqereyê û li navçeya Polatliyê hatin lidarxistin da 11 berşik hatin qefaltin ku hat tesbîtkirin, têkiliya wan bi rêxistinên terorê DEAŞ û PKKyê ra heye.

Li gorî agahiyê, şaxa Analîza Rîska Navneteweyî ya ji peywirdarên ji şaxên Îstixbarat û Terorê yên Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê pêk tê, tesbît kir ku têkiliya 15 berşikên biyanî bi endamên rêxistina terorê DEAŞê yên li herêmên şer ra heye.

Li ser vê yekê, li navenda parêzgehê û navçeya Polatliyê bi awayekî hevdem operasyon hat lidarxistin û 9 berşik hatin binçavkirin.

Eşkere bû, der heqê van berşikan da dê wekî "Şervanên Terorîstên Biyanî" miemele were kirin.

Her wisa ekîbên şaxa Dijî Terorê ya Ewlekariya Enqereyê li navçeya Polatliyê ji 3 berşikên biyanî yên ku hat tesbîtkirin peywendiya wan bi PKKyê ra heye, 2 jê bi operasyonê binçav kirin.

Hat destnîşankirin, di herdu operasyonan da jî xebatên qefaltina firariyan didomin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın