Haydar Şahin
22 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2020
Li Elezîz û Bîngolê berfa bi şev dest bi barînê kir îro jî dewam kir.
Berfa li tevahiyê Elezîzê barî navçeyên Baskîl û Sîvrîceyê çîl û sipî kir.
Li Sîvrîceya ji berfê çîl û sipî bû berf û mijê li Gola Hezarê dîmenên xweşik derxistin holê.
Di daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku germahiya hewayê bi qasî 4-6 pileyan daket, li herêmên nizm ên bajêr şilope li herêmên bilind jî berf barî, li bendê ne ku baran dewam bike.
Dibe ku bi şev û ber destê sibê cemed çêbe, mij bikeve û puk rabe, dibê welatî û ajokar baldar bin û bê tevdîr nemînin.
- Bîngol
Li Karliovaya navçeya Bîngolê jî berf barî.
Li Karlovayê berfê duh êvarê dest bi barînê kir û îro jî dewam kir, piştî berfê navçe çîl û sipî bû.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr û Şaredariya Karliovayê ji bo rê ji ber berfê neyên girtin tevdîr hildan.