İsmail Şen
15 Hezîran 2026•Rojanekirin: 15 Hezîran 2026
Li Elezîzê wesayîtek û wesayîteke bazirganiyê ya sivik li hev qelibîn, di qezayê da 2 kes birîndar bûn.
Wesayîta ku nasnameya şofêrê wê hê nediyar e û plaqeya wê 34 FME 082 e li ser rêya Elezîz-Pertekê li taxa gundê Salkayayê li wesayîta bazirganiyê ya sivik ya ku nasnameya şofêrê wê hê nediyar e û plaqeya wê 62 AAF 743 e qelibî.
Li ser cawdayînê cendirme û ekîba Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.
Di qezayê da 2 kesên ku di wesayîtan da bûn, birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Ji ber qezayê hatin û çûyîna li ser rê demekê di bin çavdêriya cendirmeyan da meşiya.