Tirkiye

Li Efrînê 2 terorîstên di amadehiya çalakiya xwekujiyê da bûn hatin qefaltin

Cankut Taşdan  | 18.05.2022 - Rojanekırın : 19.05.2022
Li Efrînê 2 terorîstên di amadehiya çalakiya xwekujiyê da bûn hatin qefaltin

Ankara

Wezareta Karên Navxweyî ragihan ku li Efrînê 2 terorîstên jin ên PKK/KCK-PYD/YPGyî yên di amadehiya çalakiya xwekujiyê da bûn, hatin qefaltin

Wezaretê di daxuyaniyê da ragihand ku di encama xebatên bi kordîneya Serokatiya Îstixbarata Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê, Midûriyeta Şaxa Îstixbaratê ya Hatayê û Hêza Wezîfeyê ya Sûriyeyê (Efrîn) da xeber hat ku du jinên biyanî bi armanca êrîşa xwekujiyê ji Minbicê ji ser Ezezê wê derbasî Efrînê bibin.

Li ser vê agahiyê di operasyona îro hat lidarxistin da hat gotin ku 2 terorîstên endamên PKK/KCK-PYD/YPGyê bûn, hatin qefaltin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji ser terorîstan êlegên bombeyên xwekujiyê ku 5,6 kîlogram teqemeniya C4ê ya bi xwarên hesin hatiye zeximkirin û li serê jî pergala agirpêxistina bi ceyranê heye, hat qefaltin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.