Tirkiye

Li Edeneyê der barê hilweşandina kêlikên 79 merzelan da 5 şikbar hatin girtin

Türkan Tosun   | 25.02.2021
Li Edeneyê der barê hilweşandina kêlikên 79 merzelan da 5 şikbar hatin girtin

Adana

 Li Edeneyê kêlikên 79 merzelan hatin hilweşandin ku di nav wan da merzelê polêsên cêwî Ahmet û Mehmet Oruç ên di hewldana darbeya 15ê Tîrmeha 2016an ya FETOyê da şehîd bûbûn jî hene. Der barê vê bûyerê da 5 şikbarên tê îdiakirin eleqeya wan bi DEAŞa rêxistina terorê ra heye, hatin binçavkirin.

Di 21ê Sibatê da li Taxa Alîhocaliyê ya li navçeya Yuregîrê kêlikên 79 merzelan hatin hilweşandin ku di nav wan da merzelê polêsên cêwî Ahmet û Mehmet Oruç ên di hewldana darbeya 15ê Tîrmeha 2016an ya FETOyê da şehîd bûbûn jî hene.

Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr ji bo ku şikbarên vê yekê kirine bigirin xebarek dan destpêkirin.

Ekîban 5 şikbarên tê îdiakirin eleqeya wan bi DEAŞa rêxistina terorê ra heye, binçav kirin û ji bo îfadeyê birin ewlekariyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın