Li Diyarbekirê piştî barîna berfê du minîbus wergeriyan û 22 kes tê da birîndar bûn
Diyarbakir
Li Diyarbekirê piştî barîna berfê du minîbus wergeriyan û 22 kes tê da birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, li navçeya Erxeniyê minîbusa rêwiyan ku nasnameya şofêrê wê hê nayê zanîn, ji ber barîna berfê ji kontrolê derket û wergeriya. 9 kesên ku di minîbusê da bûn, birîndar bûn.
Li ser rêya Diyarbekir û Egîlê jî berf barî û minîbusa ku nasnameya şofêrê wê hê nayê zanîn û plaqeya wê 21 AAH 508 e, wergeriya 13 kes tê da birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Diyarbekir û Erxeniyê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.