Tirkiye

Li Diyarbekirê ji 6 kesên di operasyonê da hatibûn binçavkirin 4 şikbar hatin girtin

Li Diyarbekirê di operasyona dijî terorê da 6 şikbarên di amadehiya êrîşê da hatibûn derdestkirin û ji wan 4 kes hatin girtin.

26.05.2020 - Rojanekırın : 27.05.2020
Li Diyarbekirê ji 6 kesên di operasyonê da hatibûn binçavkirin 4 şikbar hatin girtin

Diyarbakir

 Li Diyarbekirê di operasyona dijî terorê da 6 şikbarên di amadehiya êrîşê da hatibûn derdestkirin û ji wan 4 kes hatin girtin.

Ekîbên Midûriyeta Ewlekariyaa Bajêr xebatên ji bo deşîfrekirina çalakiyên rêxistinê û berterefkirina terorîstan meşandin û di 16 û 18ê gulanê da li Dicleyê operasyon kirin. Di operasyonê da Z.A, K.A, E.Y, A.Y, S.Y. û R.E. hatin derdestkirin. Piştî karûbarên li ewlekariyê hatin temamkirin kesên derdestkirî sewqî edliyeyê kirin.

Piştî jêpirsîna li dozgeriyê şikbar bi daxwaza girtinê sewqî Hakimtiya Silh Cezayê ya nobedar kirin. R.E, E.Y, S.Y. û A.Y. bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê" û "bêyî desrtûr temînkirina amûrên xeternak" hatin girtin, Z.A. û K.A. jî li gor şertê hepsa malê û kontrla edlî hatin berdan.

Di operasyonê da 3 kîlo û 970 qiram teqemeniya amadekirî, 382 qiram temeniya hazir a diavêjin binê wesayîtan, 167 qiram temeniya di qutiyê da hatiye amadekirin, 4 bombeyên destan, amûrên pê bombeyan çêdikin, dokumentên rêxistinê û gelek amûrên dijîtal hatibûn girtin.

Hatibû tesbîtkirin ku şibaran amadehî dikirin ku bi van teqemeniyan êrîşî ciyên kontrolê yên polês û eskeran bikin, hin teqemenî û pergalên bombeyê li goristanê binaxkirî hatibûn dîtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın