Tirkiye

Li Diyarbekirê failê şehîdkirina polês Atakan Arslan hat binçavkirin

Li Diyarbekirê failê êrîşa biçek yê ku polês Atakan Arslan şehîd kiribû, hat binçavkirin

Türkan Tosun  | 31.05.2020 - Rojanekırın : 01.06.2020
Li Diyarbekirê failê şehîdkirina polês Atakan Arslan hat binçavkirin

Diyarbakir

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat gotin şikbarê tê îdakirin li Taxa 5ê Nîsanê ya navçeya Baxlarê duh polês Atakan Arslanê di Midûriya Ewlehiya Bajêr da wezîfedar bû şehîd kir, hat binçavkirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin şikbar M.E.C yê ku bi êrîşa biçek va polês Atakan Arslan şehîd kiriye ji hêla Amirtiya Navenda Polêsan a Baxlarê va hat binçavkirin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê der barê mijarê da lêpirsîna edlî ya ku hewce dike da destpêkirin."

Ji bilî vê hat gotin M.A û F.A duh êvarê hatibûn girtin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın