Tirkiye

Li Diyarbekirê berhevkirina lazûtan dest pê kir

Walî Munîr Karaloglu: "Li Diyarbekirê îsal 389 hezar donimî lazûtan hat çandin. Li gor par nêzîkî ji sedî sed bû."

Türkan Tosun  | 15.09.2020 - Rojanekırın : 18.09.2020
Li Diyarbekirê berhevkirina lazûtan dest pê kir

Diyarbakir

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu got "Li Diyarbekirê îsal 389 hezar donimî lazûtan hat çandin. Li gor par nêzîkî ji sedî sed bû."

Li navçeya Bismîlê li taxa Uçtepeyê bernameya bi navê "Çandiniya lazûtan, roja zeviyê" hat lidarxistin.

Walî Karaloglu di vê bernameyê da got axa vê derê axeke dewlemend e, ji salên 1990î vir va lazût tên danîn û bi bîçeran va tên berhevkirin.

Karaloglu helbesta Aşiq Weysel a ku dibêje "Yara min a sadiq axa reş e" bilêv kir û wiha axivî: "Li Bismilê par 93 hezar dekar lazût hatibû danîn lê li gor par îsal ew nêzîkî 162 hezar dekarî bûye. Li tevahiyê Diyarbekirê îsal 389 hezar donimî çandiniya lazûtan hat kirin. Li gor par nêzîkî ji sedî sed bû. Li Tirkiyeyê di hilberîna lazûtan da serê dekarê 950 kîlo tê bidestxistin lê li Bismilê ev 1150 kîlo ye. Cotkarên me yên zane heta wisa ku dikarin heta 1800 kîloyî berhev bikin."

Walî Karaloglu got Wezareta Çandinî û Daristanan serê tonê 30 lire piştgiriyê dide cotkaran, ji bilî vê alîkariya mazot û gubreyê ya 29 lireyî jî heye.

Karaoglu anî ziman pel û her tiştê lazûtan bi qîmet e ji ber wê divê dema çandinî hat kirin zevî neyên şewitandin ku bereketa axê neçe û jîndarên din ên di binê axê da zirarê nebînin û ji cotkaran ra got bila bereket be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın