Tirkiye

Li Diyarbekirê 5 şikbarên hewl didan parşomenên destxeta Îbranîkî bifroşin hatin girtin

Li Diyarbekirê di operasyona dijî qaçaxçîtiya berhemên dîrokî da 13 parçe parşomenên destxetê yên Îbranîkî hatin girtin.

Haydar Şahin  | 13.08.2020 - Rojanekırın : 14.08.2020
Li Diyarbekirê 5 şikbarên hewl didan parşomenên destxeta Îbranîkî bifroşin hatin girtin

Diyarbakir

 Li Diyarbekirê di operasyona dijî qaçaxçîtiya berhemên dîrokî da 13 parçe parşomenên destxetê yên Îbranîkî hatin girtin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku Fermandariya Cendirmeyên Bajêr di encama xebatên îstixbarî da agahî hilda ku şikbarên li Baxlara navçeya navend rûdinin li kiryarekî digerin ku parşomên Îbranîkî yên di destê xwe da bi milyonek û 500 hezar dolarî bifroşin.

Di operasyona birin ser Baxcilera taxa Baxlarê da şikbarên dixebitîn berhemên dîrokî bifroşin li ser sûc hatin girtin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di lêgerîna serûgohên şikbaran û navnîşanên wan da 13 parşomenên destxeta Îbranîkî hatin girtin. Berhema dîrokî hildan parastinê û teslîmî Midûriyeta Muzeyê kirin û der heqê 5 şikbarên hatin binçavkirin da jî lêpirsîn dan destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.