Tirkiye

Li Diyarbekirê Operasyona Eren Abluka-30 dest pê kir

Di roja ewil a operasyonê da li 70 deverên cihê milyonek û 150 hezar kok kinf û gelek jî skunk hat bidestxistin

Aykut Karadağ   | 05.08.2022
Li Diyarbekirê Operasyona Eren Abluka-30 dest pê kir

Ankara

 Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li Diyarbekirê Operasyona Eren Abluka-30 (Lîce/Bîrlîk-Abali) Narko Terorê dest pê kir.

Li gor daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn, ji bo ku PKKya rêxistina terorê ji rojeva welêt were derxistin, terorîstên ku li herêmê sitar bûne, werin berterefkirin li Diyarbekirê operasyonê dest pê kir û 56 tîmên ji 920 personelî pêk tê, beşdarî operasyonê bûn.

Li taxên Bîrlîk û Abaliya ser navçeya Liceyê 70 dever hatin tespîtkirin û di lêgerînên li wan deveran da 30 kîlogram esrara hûrkirî û 107 kîlogram jî esrara hûrnekirî hat qefaltin û tevlî vê milyonek û 150 hezar û 710 kok kinf û 182 hezar kok nebata skunkê hat bidestxistin.

Ji aliyê din va ji bo ku li welêt teror bi temamî ji rojevê rabe operasyonên Eren Ablukayê tên kirin û ev operasyon bi piştgiriya welatiyan wê biryardarî dewam bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın