Önder Beyter
05 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2021
Li dinyayê hejmara kesên ku ji cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) baş bûn ji 61 milyonî derbas bû.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li dinyayê 61 milyon û 57 hezar û 700 pêketiyên Kovîd-19ê baş bûn.
Li Amerîkayê 12 milyon û 736 hezar û 512, li Hindistanê 9 milyon 975 hezar û 958, li Brezilyayê 6 milyon 875 hezar û 230 û li Rusyayê 2 milyon 640 hezar û 36 kes ji vîrusê baş bûn.
Li Tirkiyeyê jî 2 milyon 146 hezar 430 kes baş bûn.
Li Kolombiyayê milyonek û 552 hezar û 177, li Îtalyayê milyonek û 520 hezar û 106, li Arjantinê milyonek û 458 hezar û 83, li Almanyayê milyonek û 401 hezar û 200, li Meksikayê milyonek û 105 hezar û 834, li Polonyayê milyonek û 69 hezar û 554 û li Îranê 20 hezar û 737 kes baş bûn.
Li dinyayê 23 milyon û 187 hezar û 611 kes hê jî tedawiyê dibînin.