Tirkiye

Li dijî vîrusa koronayê 180 qurban serjê kirin û li hewcedaran belav kirin

Önder Beyter  | 27.03.2020 - Rojanekırın : 30.03.2020
Li dijî vîrusa koronayê 180 qurban serjê kirin û li hewcedaran belav kirin

Hakkari

Şêniyên 7 gund û 3 gomên Şemdînliya navçeya Hekariyê li dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di hefteyekê da 180 qurban serjê kirin û li hewcedaran belav kirin.

Şêniyên 3 gom û herwiha gundên navçeyê Guzelkonak, Korgan, Uzumkiran, Tatlica, Durak, Alkeva, Yufkaliyê hatin cem hev û qurban serjê kirin û herwisa dia kirin da ku şewba vîrusa koronayê bi dawî bibe.

Şêniyên gundan goştê van qurbanan li malbatên desteng belav kirin.

Rîspî Mehmet Firat di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku sedeqe, bela û mûsîbetan def dike.

Firat got ku lewma jî ew ligel şêniyên gundên cîran hatin cem hev, wan bi hev ra qurban serjê kirin û li kesên hewcedar belav kirin û wiha dewam kir:

"Welatê me di pêvajoyeke girîng ra derbas dibe. Em dia dikin da ku ev şewb bi dawî bibe. Wekî gelê deverê em li cem Birêz Serokomarê me û dewleta me ne. Li ser daxwaza şêniyên gundan me ev yek kir. Armanc û xayeya me ew e ku em ji vê bela û mûsîbetê xilas bibin."

Firat herwiha bal kişand ku ew li cem xebatkarên tenduristiyê ne ku di vê pêvajoyê da bi fedakariyeke mezin li ser karê xwe ne. Firat herwiha got ku ew ji bo xebatkarên tenduristiyê dia dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.