Tirkiye

Li dijî rêxistinên sûcê operasyona "Tumorê" hat destpêkirin

Sertaç Bulur   | 01.07.2022
Li dijî rêxistinên sûcê operasyona "Tumorê" hat destpêkirin

Ankara

 Wezareta Karên Navxweyî ragihand, bi kordînasyona Serokatiya Daîreya Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze ya Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê li 24 parêzgehan operasyona Tumorê hat destpêkirin da ku 284 berşikên der heqê wan da bi hinceta endametiya rêxistina sûcê biryara binçavkirinê hat dayîn, bên desteserkirin. Hat ragihandin ji berşikan 215 jê hatin desteserkirin.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat bibîrxistin ku par bi kordînasyona Serokatiya Daîreya Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze (KOM) ya Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên sûcê da li 8 parêzgehan operasyona "Bayê Qeraxê", li 9 parêzgehan operasyona "Bayê Qeraxê-2", li 30 parêzgehan operasyona "Tirpanê" û di meha nîsanê da jî li 16 parêzgehan operasyona "Musîlajê" hatin lidarxistin.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku têkoşîna dijî van rêxistinê didome û di vê çarçoveya da li 24 parêzgehan ji bo binçavkirina 284 berşikên ku serdozgeriyên komarê der heqê wan da biryara binçavkirinê derxist, bi awayekî hevdem operasyona bi navê "Tumorê" hat lidarxistin.

- Ji berşikan 215 jê hatin binçavkirin

Di operasyonên şaxên KOMê da ji berşikan 215 jê hatin binçavkirin, xebatên binçavkirina 69ên mayî jî didomin.

Di lêgerînên mal, kargeh, wesayîtên berşikan da 11 tifingên otomotîk ên lûledirêj, 135 demançe, 50 tifing, 2 hezar û 633 fîşeng, hebê sentetîk, eczayê sentetîk, esrar, metamfetamîn û gelek çek û sened hatin bidestxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın