Tirkiye

Li dijî rêxistina sûc a wekî "Çeteya Qeregumrikê" tê zanîn operasyon

Hasan Hüseyin Kulaoğlu,Adem Koç   | 11.06.2021
Li dijî rêxistina sûc a wekî "Çeteya Qeregumrikê" tê zanîn operasyon

Istanbul

Navend Stenbol li 4 bajaran li dijî rêxistina sûc a wekî "Çeteya Qeregumrikê" tê zanîn operasyon hat kirin, ji 27 şikbaran 19 kes hatin derdestkirin.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze ya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê li dijî rêxistina sûc a bi navê "Çeteya Qeregumrikê" tê zanîn ya Nurî Ergînê bi navê "Nurîş" tê zanîn, niha di girtîgehê da ye û seroktiya wê dike operasyon kirin. Di operasyona navenda wê Stenbol e ya dijî 27 kesan da polêsan avêt ser 53 navnîşanên li 4 bajaran.

Di operasyonê da 19 şikbar hatin binçavkirin.

Di lêgerîna li navnîşanan da 2 debançe, 23 fîşeng, şûrek, qemeyek û bivirek hat dîtin.

Hat ragihandin ku karûbarên şikbaran ên li ewlekariyê dewam dike û ji bo binçavkirina 8 şikbarên din jî dixebitin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın