Tirkiye

Li devera çiyayî ya Erdexanê sitargeha ku terorîstan dixebitand hat îmhekirin

Günay Nuh   | 26.10.2021
Li devera çiyayî ya Erdexanê sitargeha ku terorîstan dixebitand hat îmhekirin

Ardahan

 Li devera çiyayî ya Goleya navçeya Erdexanê polês û cendirmeyan operasyon kir û sitargeha ku li gor tesbîtê terorîst dixebitînin, îmhe kir.

Tîmên Fermandariya Cendirmeya Bajêr di çarçoveya xebatên îstixbarata ser deşîfrekirina rêxistina terorê ya cudaxwaz da li devera çiyayî ya navçeya Goleyê di 22-23yê cotmehê da operasyon kir.

Di operasyonê da sitargeheke ku terorîst dixebitînin hat tesbîtkirin. Di lêgerîna sitargehê da 28 tupên mitfaqê yên 12 kîloyê, cil û berg, alavên înşaet, tenduristî û xida, fener pîl, dokumanên rêxistinî û resim hatin bidestxistin.

Di operasyona ku bi prensîba "Bigere-bibîne-tune bike" da sitargeh û alavên ku hatin tesbîtkirin, hatin îmhekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın