Tirkiye

Li çoltera Erzincanê 12 şikeft, stargeh û depoyên terorîstan hatin xirabkirin

Kemal Özdemir   | 21.10.2021
Li çoltera Erzincanê 12 şikeft, stargeh û depoyên terorîstan hatin xirabkirin

Erzincan

 Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, tîmên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê li çoltera navçeya Kemahê di 15-16ê Cotmeha 2021ê da operasyon pêk anîn.

Ji xeynî yekîneyên eskerî, 3 helîkopter û firokeya bêfirokevan beşdarî operasyonê bûn.

Di operasyonê da li çoltera navçeyê 12 şikeft, stargeh û depoyên terorîstan hatin tesbîtkirin.

Di lêgerînên van şikeft, stargeh û depoyan da tûpeke mitbexê ya 12 kîlogramî, 5 kîlogram şekirê hûr, 2 kîlogram xwê, 3 vîdonên plastîk ên vala, çaydanek, cotek solên lastîk, qederek alavên din ên lixwekirinê û 10 metre xortûm hatin qefaltin.

Şikeft, stargeh û depoyên hatin tesbîtkirin bi destê hêzên ewlekariyê hatin jinavbirin, alavên bidestxistî jî di cih da hatin îmhekirin.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku operasyonên dijî terorîstan dê bidomin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın