Tirkiye

Li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê 15 santêm berf ket

Haydar Şahin   | 21.11.2020
Li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê 15 santêm berf ket

Kars

 Li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê ya li Qersê qalindahiya berfê derkete 15 santêmî.

Li bajêr 2 roj e bi navber berf dibare û welatî tengasiyê dikişînin.

Li navçeya bi xêliya sipî xemilî heywanên beyanî û kovî di dîtina xurekê da tengasiyê dikişînin. Welatiyan berfa li ser wesayîtên xwe û li pêşiya deriyên xwe paqij kir.

Wekî mayîn ekîbên Midûriyeta Herêma 18an a Rêbejayê xebatên paqijkirina berfê dan destpêkirin.

- Bi barîna berfê kesên karê turîzmê dikin kêfxweş bûn

Li Sariqamîşê qalindahiya berfê gihîşt bihustekê.

Li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê jî qalindahiya berfê gihîşt 15 santêmî û kesên karê turîzmê dikin kêfxweş bûn.

Halît Taşê Serokê Komeleya Otêlên Xweşiqitandinê ya Sariqamîşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber barîna berfê kêfxweş bûn û wiha axivî: "Ev 2 roj e li herêma me berf dibare. Her alî çîl û sipî bû û dîmenên xweşik derketin holê. Dema qasî têrê dike berf bibare em ê bi makîneyan pîstên xweşiqitandinê ji bo xizmetê amade bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın