Muhammed Kaygın, Ömer Faruk Çal
28 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2026
ÇANKIRI (AA) - Li Çankiriyê tir û otomobîl li hev qelibîn, 3 kes mirin û 2 kes birîndar bûn.
Otomobîla bi plakaya 06 BPL 966 a ku Metîn O. (56) diajot û tira bi plakaya 19 AFU 560 a ku Îbrahîm A. (38) diajot li xaçerêya Îskîlîpê ya rêya Çankiri-Kizilirmakê li hev qelibîn.
Di qezayê da Nazmî A. (61) û Sevgî Ç. (65) yên ku rêwiyê otomobîlê bûn li cihê qezayê mirin û ajokar û Gulay O. (54) û Ersîn Ş. (42) birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên cendirme, tenduristî û îtfaiyeyê sewqî cihê qezayê kirin.
Birîndar piştî midaxeleya ewil a li cihê bûyerê hat kirin bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çankiriyê.
Ji birîndaran Ersîn Ş. digel midaxeleyan bi ser xwe va nehat û jiyana xwe ji dest da.