Li Bîngolê 17 kevirên bi fîguran neqişandî û 12 polik hatin bidestxistin

 Li Solxana navçeya Bîngolê 17 kevirên bi fîguran neqişandî, 12 polik û her wiha objeya tê nirxandin mohr e, hatin bidestxistin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê xebatên xwe yên astengkirina qaçaxçîtiya berhemên dîrokî û vedanên bi qaçaxî didomîne.

Di vê çarçoveyê da ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Navçeya Solxanê, Midûriyeta Şaxa Îstixbaratê û Midûriyeta Şaxa Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze di 30ê Îlonê da li gundewarê navçeyê di 2 navnîşanan da lêgerîn pêk anîn.

Di lêgerînan da 17 kevirên bi fîguran neqişandî, 12 polik û her wiha objeya tê nirxandin mohr e, hatin dîtin û berşikek hat binçavkirin.

Berşik piştî miemeleyên li cendirmeyê hat berdan.