Li Bîngol û Şirnexê rêya 63 cî û waran girtî ye
Bingöl
Li Bîngol û Şirnexê rêya 63 gund û goman ji ber berfê hatiye girtin.
Li gor agahiyên Îdareya Taybet a Parêzgehê da li rêya 13 gundên li ser navendê ne û li navçeyan jî li Adakliyê 18, Gêncê 2, Karliovayê 20, Solxanê 3, Yayladereyê 2 û Yedîsuyê jî 2 gund ji rê mehrûm in û berfê rê li wan girtiye.
Ji bo ku rêya di navbera Karliova û Erziromê da neyê girtin ekîbên Ofîsa Şaxa 84emîn a Rêbejê bê navber xebatên xwe didomînin.
- Şirnex
Li gor agahiyên ku Parêzgeha Taybet a Bajêr da li navenda bajêr û navçeya Beytuşebabê berf bi tesîr bû û li deverên bilind di çûn û hatinê da zehmetî çêdibin.
Rêya gundên Gokçe û Yeşîloza li ser Beytuşebabê û gundê Guneyçama ser navendê ji ber berfê hatiye girtin.
Ekîbên rêvekirinê li ser karê xwe ne û bi makîneyên kar rê vedikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.