Ahmet Dengeşik
30 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2026
Li Bingolê minibêsa karkeran û otomobîl li hev qelibîn, ji ber qezayê yek jê giran 5 kes birîndar bûn.
Minibêsa bi plakaya 12 KM 0290 û otomobîla bi plakaya 16 DBD 980 ên ku navê ajokarê wan hê nehatiye hînbûn li Xaçerêya Zekî Ergezen li texma Midûriya Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê ya Bajêr li hev qelibîn.
Di qezayê da 5 kesên di wesayîtan da birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, UMKe û polêsan sewqî herêmê kirin.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bingolê.
Hat hînbûn ku xetereya jiyana birîndarekî heye.