Li Bidlîsê tirek û kamyonetek li hev qelibîn: miriyek û 2 birîndar
Bitlis
Li Tetwana navçeya Bidlîsê tirek û kamyonetek li hev qelibîn, di qezayê da kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Tira ku şofêrê wê Halîl Başkara (60) û plaqeya wê 65 AAR 190 û kamyoneta şofêrê wê Berces Gov û plaqeya wê 65 AR 766 e li ser xaçerêya Bidlîs-Tetwan-Xelatê li taxa Esentepeyê li hev qelibîn.
Şofêrê tirê Başkara li cihê qezayê mir, Ugur Koçê li kêleka wî rûniştibû û şofêrê kamyonetê Gov jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê.
Fêkî û sebzeyên ji tirê belavî rê bûn hatin paqijkirin û rê ji trafîkê ra hat vekirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.