Tirkiye

Li Bidlîsê ji 29 cotkaran ra baxçeyê sêvan hat avakirin

Serdar Adıyaman  | 28.06.2022 - Rojanekırın : 29.06.2022
Li Bidlîsê ji 29 cotkaran ra baxçeyê sêvan hat avakirin

Bitlis

Serokatiya Îdareya Pêşketina Herêmê ya Projeya Rojhilatê Anadoluyê (DAP) û Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê (DAKA) li Xelata navçeya Bidlîsê ji bo 29 cotkaran baxçeyên sêvan ava kirin.

Di çarçoveya Projeya Pêşxistina Fêkîfiroşiyê ku Qaymeqamtiyê çêkir û Wezareta Sanayî û Teknolojiyê fînanse kir da li 10 cî û waran li ser 714 dekarî baxçeyên sêvan hatin çêkirin.

Qaymeqam Fîkret Dag li nav baxçeyan geriya û daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, ew bi projeyê va dixwazin ku baxçeyên fêkiyan xurt bibin.

Dag daxuyand, ew dixwazin hem di hilberîna zerzewadeyan hem di hilberîna fêkiyan da pêş bikevin û wiha dewam kir:

"Ji DAP û DAKAyê ji sedî 50 hîbe hat standin. Bi vê hîbeyê va qasî ku 29 cotkarên me jê mifadar bibin, li ser 714 dekarî me baxçeyên sêvan çêkirin. Ji bo cotkarên me bi xêr be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.