Tirkiye

Li Bidlîsê alavên jiyanê yên terorîstên PKKyî hatin bidestxistin

Li Bidlîsê alavên jiyanê yên terorîstên PKKyî yên di erdê da hatibûn çalkirin, hatin bidestxistin.

28.02.2021 - Rojanekırın : 01.03.2021
Li Bidlîsê alavên jiyanê yên terorîstên PKKyî hatin bidestxistin

Bitlis

Li Bidlîsê alavên jiyanê yên terorîstên PKKyî yên di erdê da hatibûn çalkirin, hatin bidestxistin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr agahî hildan ku li gundê Çobansuyuyê ya li ser navenda bajêr hin alav û teqemenî ji hêla terorîstan va hatine veşartin.

Li ser vê operasyona Cendirmeyê Şehîd Serefser û Serçawîş Hakan Toydemir 2021-16 hat kirin.

Di operasyonê da 80 kîlogram ar, 50 pakêt toza ava fêkiyan, 40 kîlogram şekir, 25 kîlogram birinc, 10 kîlogram tirşîn, 10 kîlogram nîsk, 5 kîlogram salçe, 30 mêtro qablo, hesinê çenteyê pişt, lembeya xazê, gelek alavên tibî û yên mitbaxê hatin bidestxistin.

Bi telîmata Serdozgeriya Komarê ya Bidlîsê hin melzeme ji bo delîlê hatin parastin, yên mayîn hatin îmhakirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın