Tirkiye

Li Bidlîsê minîbusa gund qelibî şerampolê: 10 mirî û 8 birîndar

Li Hîzanê minîbusa gund qelibî şerampolê û ji ber qezayê 6 jê zarok 10 kes mirin û 8 kes birîndar bûn

Nihat Kavşut   | 11.09.2019
Li Bidlîsê minîbusa gund qelibî şerampolê: 10 mirî û 8 birîndar

Bitlis

Li Hîzana navçeya Bidlîsê minîbusa gund qelibî şerampolê û ji ber qezayê 6 jê zarok 10 kes mirin û 8 kes birîndar bûn.

Li texma gundê Kalkanliyê ku 40 kîlomêtro dûrî Hîzanê ye minîbusa gund ya bi plaqeya 65 AZ 282 ku Eyuphan Taş diajot wexta diçû Hîzanî qelibî şerampolê û di qezayê da 6 jê zarok 10 kes mirin û 8 kes birîndar bûn.

Di qezayê da Osman Sabrî (81), Gulnaz (75), Abdurrahman (11), Îsmetullah (17), Buşra (13) û Bunyamîn Tarhan (16) û Kenan (34), Senem (15), Mert (17) û Buşranur Atîk (2) mirin.

Ji xeynî şofêr Umît Çetin (17), Zehra (17), Nur Muhammet (7), Mustafa (10) û Methiye Atîk (40) û Nurcan (22) û Alî Îhsan Tarhan (52) birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hîzanê û piştî midaxeleyê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê kirin.

- Waliyê Bidlîsê Oktay Çagatay birîndar ziyaret kirin

Waliyê Bidlîsê Oktay Çagatay tevî Fermandarê Cendirmeyan yên Bidlîsê Tuxgeneral Naîl Îlbey û Midûrê Ewlehiyê Yaman Agirlar birîndarên li Hîzanê ziyaret kir û ji Qaymeqam Mustafa Koleoglu agahî hilda.

Çagatay bi xizmên kesên di qezayê da mirin û birîndar bûn ra li nexweşxaneyê hat bal hev û serxweşî da wan.

Waliyê Bidlîsê Oktay Çagatay daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ji ber qezayê 6 jê zarok 10 welatî mirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın