Tirkiye

Li Bidlîsê 11 sitagehên terorîstan bi kar dianî hatin îmhekirin

Li Tetwana navçeya Bidlîsê di operasyona dijî PKKya rêxistina teorê da 11 sitargeh û amûrên jiyanê hatin îmhekirin.

15.01.2020
Li Bidlîsê 11 sitagehên terorîstan bi kar dianî hatin îmhekirin

Bitlis

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat gotin ku Fermandariya Cendirmeyên Bajêr îxbar hildan ku li çil û çiyayên Tetwanê sitargeh, amûrên jiyanê û teqemeniya terorîstan veşartine hene.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li ser vê ji bo dîtina endamên rêxistina terorê, berterefkirina wan, îmhekirina sitargeh û depoyan di 14ê rêbendanê da operasyon dan destpêkirin û wiha hat gotin:

"12 tîmên cendirmeyên herekata taybet, 6 tîmên cendirmeyên qomando û gundparêz tevlî operasyonê bûn. Yekîneyên bi firokeyan sewqî herêmê kirin 11 sitargeh, gelek çalên nêçîrvanan, 5 tupên mezin û piçûk hatin girtin. Amûrên dibin delîl hatin mihefezekirin yên din li ser telîmata Serdozgeriya Komarê hatin îmhekirin."

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku hêzên ewlekariyê bi piştgiriya gelê herêmê ji bo pêkanîna hizûr ewlehiyê bi biryardarî operasyonên xwe didomînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın