Fatma Sevinç Çetin
17 Hezîran 2026•Rojanekirin: 17 Hezîran 2026
Bo beşa mezin a welêt 3 rojan taviya baranê tê payîn.
Cengîz Çelîkê Pisporê Texmîna Hewayê yê Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Veguherîna Avûhewayê der barê rewşa hewayê ya vê hefteyê da ji bo peyamnêrê AAyê nirxandin kirin.
Çelîk bal kişand ku li beşa mezin a welêt 3 rojan baran dê bibare û germahî dê dakeve.
Çelîk diyar kir ku bo Marmara û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê baran nayê payîn lêbelê li herêmên bakur û navîn ên welêt 3 rojan taviya baranê dê xwe nîşan bide û li herêmên mayîn jî bi taybetî nîvro û berêvarê taviya baranê tê payîn.