Li Bendergeha Derinceyê tonek û 508 kîlogram hişbir hat desteserkirin, 5 gumanbar hatin girtin
Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyona li Bendergeha Derinceyê ya Kocaeliyê da tonek û 508 kîlogram skunk hatiye desteserkirin û 5 gumanbar hatine binçavkirin.
Yerlîkaya di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê NSosyalê da diyar kir ku li Bendergeha Derinceyê ji aliyê Serokatiya Sûcên Narkotîk ya Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê û Daîreya Polîsan ya Enqereyê va operasyonek li dijî madeyên hişbirê hatiye kirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya destnîşan kir ku bi alîkariya Midûriyetên Ewlehiyê yên Kocaelî, Stenbol û Artvînê di operasyona li Bendergeha Derinceyê ya Kocaeliyê da tonek û 508 kîlogram skunk hatiye desteserkirin û 5 gumanbar hatine binçavkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
