Tirkiye

Li Behra Marmarayê bi mezinahiya 4,2yan erdhej çêbû

Li Behra Marmarayê bi mezinahiya 4,2yan erdhej çêbû.

Nihat Kavşut   | 24.09.2020
Li Behra Marmarayê bi mezinahiya 4,2yan erdhej çêbû

Ankara

Li gor agahiyên di malpera Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) da hatin dayîn li Behra Marmarayê bi mezinahiya 4,2yan erdhej çêbû.

Li gor agahiyan erdhej di saet 16.38an da navend 18 kîlometre li peravên Marmaraereglîsiya Tekirdagê qederê 6,83 kîlometre kûrahiyê da çêbû.

- Qaymeqamê Marmaraereglisiyê Zehin: "Derbarê erdhejê de ti rewşeke neyênî negihiştiye destê me"

Qaymeqamê Marmaraereglisiyê Sidki Zehin ragihand ku derbarê erdheja li Deryaya Marmarayê ti rewşeke neyênî negihiştiye wan.

Zehin di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de destnîşan kir ku di Deryaya Marmarayê de li peravên Marmaraereglisiya navçeya Tekirdagê bi şîdeta 4,2yê erd hejiyaye û got, "Derbarê erdhejê de ti rewşeke neyênî negihiştiye destê me. Em ji bo rewşeke neyênî ekîbên xwe di amadehiyê de dihêlin."

Şaredarê Marmaraereglisiyê Hîkmet Ata jî anî ziman ku di avahiya şaredariyê de kêm hinekan hest bi erdhejê kirine û heta nuha ti neyêniyek neqewimiye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın