Tirkiye

Li baxçeyên fistiqan berhevkirina fistiqan bi def, zirne û govendê dest pê kir

Mehmet Akif Parlak  | 10.08.2022 - Rojanekırın : 12.08.2022
Li baxçeyên fistiqan berhevkirina fistiqan bi def, zirne û govendê dest pê kir

Gaziantep

 Fistiqê Entabê ku li herêmê wekî "zêrê kesk" tê binavkirin, komkirina cureya wê ya boz bi def, zirne û govendê dest pê kir.

Fistiqê Entabê ji xwarinan bigire heta şêranî û çerezan tevî gelek tiştan dikin û di nava tehmên jêneger da ye.

Li Gazîentabê bi germbûna hewayê ra karkeran berê xwe da baxçeyan.

Karker serê sibehê dest bi kar dikin, li binê darên fistiqan çadirê radixin û fistiqan kom dikin. Paşê fistiq li traktoran tên barkirin, piştî ku tên paqijkirin, şikênandin û spîkirin.

Fistiqê boz li gor fistiqên normal mehek pêş da tê komkirin û dikeve nava peqlewe, çîkolata, şêraniyên hevîr û xurekan da tê xebitandin.

Ji bo ku motîvasyona cotkaran zêde bibe, di demên dawîn da komkirina fistiqan wekî dewatekê dest pê dike.

Hin muzîkjen bi def û zirneyê li nava baxçeyan digerin û bi muzîkên herêmî va moralê didin karkeran. Muzîkjen paşê wekî ucret jî tûrikê xwe tijî fistiq dikin.

Karker carinan li ber muzîkê dileyîzin û govendê digerînin.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Mehmet Karayilan ji nûçegihanê AAyê ra got ku li gelek welatên dinyayê fistiqê Entabê hêşîn dibe, lê aromaya wan nagihêje fistiqê ku li Tirkiyeyê tê hilberîn.

Karayilan daxuyand ku par xêr û bereketa fistiqan zêde bû û wiha dewam kir, "Îsal jî xêr û bereket heye. Li Gazîentabê bi avdêriyê va xêr û bereket dora ji sedî 35an zêde bû. Dema ku dar tên çiqkirin û gubrekirin, xêr û bereket zêdetir dibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.