Tirkiye

Li Baxçeyê Millet ê Balafirgeha Ataturkê 145 hezar û 300 dar wê werin çikandin

Mustafa Hatipoğlu  | 29.05.2022 - Rojanekırın : 30.05.2022
Li Baxçeyê Millet ê Balafirgeha Ataturkê 145 hezar û 300 dar wê werin çikandin

Istanbul

Di salvegera sala 569em a fetha Stenbolê da sibê li Balafirgeha Ataturkê bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan merasim wê were lidarxistin û di merasimê da li baxçeyê millet ku li Tirkiyeyê yê herî mezin e, fîdanên ewil wê werin çikandin.

Li Baxçeyê Millet ê Balafirgeha Ataturkê ser qadeke 5 milyon û 61 hezar mêtreqareyî ji bo temsîla fethê 145 hezar û 300 dar wê werin çikandin.

Di çarçoveya projeyê da li nav baxçe tu wesayît wê ji merivan zûtirî neçe. Dayikên ku dergûşên xwe di pusetê da digerînin, zarok, kal û pîr û welatiyên astengdar wê bi dilekî rehet di nav baxçe da bigerin û bimeşin.

Qadeke sporê ku 2 hezar kes bikaribin temaşe bikin, wê were çêkirin.

Li gor projeyê ji nava baxçe ra robarek wê derbas bibe, zarok wê bikaribin herin ber avê û pê bileyîzin.

Di baxçe da darên ku belgan didin û darên ku belgên xwe zivistanê jî danaweşînin, wê werin danîn da ku baxçeyê millet her demsal kesk bimîne. Cihê ku çalakî wê lê werin kirin jî wê 28 hezar kesan hilde û mazûvaniya çalakiyên mezin bike.

Qadeke sporê ku 2 hezar kes bikaribin temaşe bikin, wê were çêkirin û di heman demê da 300 kes wê bikaribin sporê bikin.

Hemû avahî wê bimînin û werin restorekirin.

Di qada 10 hezar metreqereyî da bi 7 konseptî wê qadên lîstikê yên bo zarokan bên avakirin.

Hemû peron, hangar û avahiyên li Balafirgeha Ataturkê wê bimînin û bên restorekirin.

Di wan avahiyên wek navendên zanistê bên bikaranîn da wê fuarên neteweyî û navneteweyî bên organîzekirin ciwan li wan deran kar û xebatên robotîk û înformatîk wê bikin.

Di muzeyên li bexçeyê Miletê da hunermend wê bikaribin berhemên xwe pêşkeş bikin.

Li ruyê dinyê wê bibe 5emîn parq bajêr a herî mezin

Baxçeyê Millet ê Balafirgeha Ataturkê di erhej û bobelateke biqewime da wê bibe navenda kombûnê.

Wisa tê plankirin beşa ewil a Baxçeyê Millet ê Balafirgeha Ataturkê di Gulana 2023an da bê vekirin.

Ji hêla din va dîmenên qada ku wê duh bê vekirin û qada wek mînak hatiye çêkirin jî hatin kişandin.

Di bexçeyê mînak da dara zeytûnê ya emrê wê 350 sale, darên parzînê yên 50-60 salî hatin danîn. Di vê qadê da bexçeyên behn û gulan jî hene.

Li qada çalakiyê jî dik, trîbuna çapemeniyê û platformên ku beşdarvan bikaribin pêwîstiyên xwe yên sereke çareser bikin, hatin avakirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.