Li Batmanê 2 terorîstên PKKyî teslîmî hêzên ewlehiyê bûn
Batman
Li Batmanê 2 terorîstên ji PKK/KCKya rêxistina terorê reviyan teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê ji bo çalakiyên PKK/KCKya rêxistina terorê bên eşkerekirin û rê li ber wan bê girtin xebat dewam dikin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "O.Ç. yê di sala 2015an da beşdarî rêxistina terorê ya çekdar bûye û jina wî ya nefermî F.M. ya ji Sûriyeyê ye teslîmî Midûriya Ewlehiya Bajêr bûn. Piştî karên wan ên fermî yên di çarçoveya poşmaniyê ya ji bo endamên rêxistinê da ew sewqî meqamên edlî bûn. Li gor hikma kontrola edlî ew hatin berdan."