Tirkiye

Li Batmanê 30 sal şûnda vegeriyan gundê xwe yê ku aram bû

İbrahim Toprak   | 21.10.2021
Li Batmanê 30 sal şûnda vegeriyan gundê xwe yê ku aram bû

Batman

Li Kozluka navçeya Batmanê şêniyên mezreya Şemanê ya gundê Beşkonakê, 30 sal şûnda vegeriyan gundê xwe yê ku ji ber terorê terikandibûn.

Ji malbatên ku di salên 1990î da ji ber êrîşên terorê koçî parêzgehên wekî Stenbol, Aydin û Tekîrdagê kirin, 25an jê biryar dan ku vegerin gundê xwe yê ku aram bû.

25 malbatên ku ji 100 kesan pêk tê, serî li Wezareta Karên Navxweyî xistin ku vegerin gundê xwe.

Malbatên ku serîlêdana wan hat pejirandin, pey hev vedigerin gundê xwe yê ku 30 sal e hesret in.

Malbatên vegeriyan gund ji xwe ra mala çêdikin û hewl didin jiyaneke nû ava bikin.

Welatî Reşat Çiçek ji rojnamegeran ra diyar kir, wan 30 sal berê ji ber terorê gundê xwe terikand û niha ji ber edilandina aramiya herêmê, wan biryar da ku vegerin mezreya xwe.

Çiçek diyar kir, ji bo vegerê wan serîlêdana fermî kir û wiha dewam kir, "Em vegeriyan gundê xwe, me ji xwe ra dest bi çêkirina malê kir. Em gundê xwe, malên xwe ava dikin. Em ê heywandariyê bikin."

Çiçek her wisa bal kişand, malbatên din ku eqrebayên wan in jî dê vegerin mezreyê û wiha got, "Rêya gund tune, lewma jî em nikarin xebatan bikin. Ji bo vekirina rêya gund, em ji peywirdaran alîkariyê dixwazin."

Mehmet Şirin Omeroglu jî diyar kir, wan 30 sal berê ji ber terorê gundê xwe terikand û wiha axivî, "Niha tu pirsgirêkek tuneye. Ji bo vegera gund, me mureceet kir. Gava mureceeta me hat pejirandin, me li gund ji xwe ra dest bi çêkirina malê kir. Lê rêya gundê me tuneye. Daxwaza me ji dewletê ew e ku rêyeke asfalt û pirekê ji me ra çêke. Em ê li gund heywandariyê bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın