Li bakurê Iraqê Operasyona Pençe-3yê dest pê kir
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku li Sînat-Heftanîna herêma li bakurê Iraqê Operasyona Pençe-3yê dane destpêkirin
Ankara
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku li Sînat-Heftanîna herêma li bakurê Iraqê Operasyona Pençe-3yê dane destpêkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî hat destnîşankirin ku Operasyona Pençe-3yê duh dane destpêkirin.
Hat diyarkirin ku operasyona Pençe-3yê ji bo ewlehiya sînoran ji dûr va bê parastin û li herêma Sînat-Heftanînê terorîst û şikeft û sitargehên wan bên îmhekirin tê kirin.
Li gor agahiyan operasyona ku balafirên Fermandariya Hêzên Esmanî, SÎHA/ÎHA û obus jî tevlî dibin bi serkeftî tê meşandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.