Tirkiye

Li bakurê Iraqê 2 terorîst hatin berterefkirin

İsmet Karakaş   | 24.09.2021
Li bakurê Iraqê 2 terorîst hatin berterefkirin

Ankara

 Wezareta Parastina Neteweyî diyar kir ku li bakurê Iraqê 2 terorîstên PKKyî bi herekata ji hewayê va hatin berterefkirin.

Di daxuyaniya wezaretê ya li ser medyaya civakî da wiha hat gotin: "Di herekata ji hewayê ya li Metînaya li bakurê Iraqê hat kirin da hat tesbîtkirin ku 2 terorîstên PKKyî yên din jî hatine berterefkirin. Bi vî awayî hejmara terorîstên li herêmê bi herekatê hatin berterefkirin derket 4an."

Wezaretê duh jî diyar kiribû ku 2 terorîst hatin berterefkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın