Tirkiye

Li Bîngolê Hesareka navenda xweşiqitandinê ji bo zivistanê amade ye

Rıdvan Korkulutaş   | 20.11.2021
Li Bîngolê Hesareka navenda xweşiqitandinê ji bo zivistanê amade ye

Bingöl

 Li Haseraka Navenda Xweşiqitandinê ya li Bîngolê amadehiyên sezonê dewam dikin.

Li navenda 45 kîlomêtro dûrî balafirgehê, 34 kîlomêtro dûrî navenda bajêr 6 mehên salê berf heye. Navenda li bintara Çiyayê Hesarekê bi veberhênana dewletê hat avakirin. Beriya barîna berfê li navendê xebatên amadekariyê dewam dikin.

Ji bo xizmeteke baş bidin hezkiriyên xweşiqitandinê û ziyaretvan dema xwe bi kêfxweşî derbas bikin îhaleya tesîsên mekanîk hat kirin û xebatan dest pê kir.

Di vê çarçoveyê da ji bo xizanghezan qadeke teze hat plankirin, li otêlê temîrat tên kirin, kontrola telesiyej û teleskidê tê kirin.

Sala par ligel Kovîd-19ê 70 hezar kes hatin navendê vê sezonê hedef ew e ku 200 hezar kes werin vê derê.

Midûrê Spor Ciwaniyê yê Bajêr Mahmut Danayiyen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li navendê testên mekanîkê tên kirin û li pîstê jî xebatên sererastkirinê dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın