Tirkiye

Li Bîngolê 6 sitagehên terorîstan hatin îmhekirin

Rıdvan Korkulutaş   | 20.11.2021
Li Bîngolê 6 sitagehên terorîstan hatin îmhekirin

Bingöl

 Li Genca navçeya Bîngolê di operasyonên Eren Zivistan-3 û Eren Zivistan-6 yên dijî PKKya rêxistina terorê da 6 sitargeh hatin îmhekirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li çol û bestên navçeyê di çarçoveya operasyonên Eren Zivistan-3 û Eren Zivistan-6ê da li 18 cihan lêgerîn kirin.

Di operasyonan da 6 sitargehên ji hêla PKKya rêxistina terorê va dihatin bikaranîn hatin tesbîtkirin.

Di sitargehan da teqemeniyên destçêkirî, muhimata hewanê, 10 kîlogram nîtrata amonyum, 19 tupên mitbaxê, 5 tupên seyranê, xwarin û alavên jiyanê hatin bidestxistin.

Melzeme û sitargeh hatin îmhekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın