Tirkiye

Li Bîngolê 19 kesên ku bi destê terorîstên PKKyî hatin qetilkirin, hatin bibîranîn

Rıdvan Korkulutaş   | 21.10.2021
Li Bîngolê 19 kesên ku bi destê terorîstên PKKyî hatin qetilkirin, hatin bibîranîn

Bingöl

 Li Solhana navçeya Bîngolê ji bo 19 kesên ku terorîstên PKKyî 29 sal berê qetil kirin, bernameya bibîranînê hat lidarxistin.

Di 20ê cotmeha 1992yan da terorîstan otobêsa gund da sekinandin û 19 kes da ber guleyan. Qaymeqamtiya Solhanê û Komeleya Malbatên Şehîdan Xaziyan û Mafên Mirovan a Bîngolê (BÎŞHAK) li Mizgefta Gundê Hazarşahê bername li dar xistin û 19 kes bi bîr anîn.

Di bernameyê da Qur'ana Pîroz û mewlûd hat xwendin, li ser qebra şehîdan qernefîl hat danîn, dia hat kirin.

Qaymeqam Muhammed Çetîn, Şaredarê Solhanê Abdulhakîm Yildiz, Fermandarê Cendirmeya Navçeyê Serpel Esat Can Ozturk, Midûrê Ewlehiya Navçeyê Halîl Koç, eqrebayên şehîdan û welatî beşdar bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın