Tirkiye

Li Bîngolê di 5 sitargehan da 60 kîlo teqemenî hat bidestxistin

Di operasyona dijî PKKyê da di hundirê 5 sitargehan da 60 kîlo teqemenî hat bidestxistin

15.05.2019
Li Bîngolê di 5 sitargehan da 60 kîlo teqemenî hat bidestxistin

Bingöl

Li deşt û çolterên Bîngolê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da di hundirê 5 sitargehan da 60 kîlo têqemeniyên desteçêkirî hatin bidestxistin.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr duh li çoltera navçeya navend dijî PKKya rêxistina terorê operasyon li dar xistin.

Di operasyonê da di hundirê 5 sitargehan da 2 tupên mezin ên serê wan hatine birîn û bi amonyum nîtratê va hatine amadekirin ku bên teqandin, 60 kîlo têqemeniyên desteçêkirî, bombeya destan, 7 fîşengên roketavêjê, panela tavê, 2 dûrbîn, dokumanên rêxistinî, xwarin û alavên jiyanê hatin bidestxistin.

Di daxuyaniyê da hat gotin pisporan li cihê bûyerê bi awayekî ewle ev teqemenî teqandine û têkoşîna dijî PKKyê wê dewam bike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın