Li Agiriyê minîbusa serwîsê û otomobîlek li hev qelibîn: 23 birîndar
Li Elajgira navçeya Agiriyê minîbusa serwîsa mamosteyan û otomobîlek li hev qelibîn û gorî agahiyên ewil 23 kes birîndar bûn.
Ağrı
AGRI
Li Elajgira navçeya Agiriyê minîbusa serwîsa mamosteyan û otomobîlek li hev qelibîn û gorî agahiyên ewil 23 kes birîndar bûn.
Minîbusa bi plaqeya 06 GF 3693 ku Ozkan Tekîn diajot û mamosteyan ji navenda Elajgirê dibir gundê Toprakkaleyê û otomobîla bi plaqeya 04 AE 525 ku Ercan Yildiz diajot û ji gundê Mollasuleyman diçû navçeyê li ser rêya gund li hev qelibîn.
Li gor agahiyên ewil di qezayê da 23 kes birîndar bûn.
Bi alîkariya welatiyan û ambulansên çûn ciyê qezayê kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elajgirê û piştî midaxeleyê 3 birîndarên giran şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.