Li Agiriyê di navbera du koman da bi kêr û çekan şer derket, yek jê giran 4 kes birîndar bûn

Li Agiriyê di navbera du komên ku di navbera wan da neyartî heye da bi çek û kêran şer derket, yek jê xedar 4 kes birîndar bûn.

Nîqaşa ku di navbera du komên ku beşdarî rûniştina li Edliyeya Agiriyê bûn da li xaçerêya Dortyolê derket guherî şerê bi kêr û çekdarî.

Li ser îxbarê ekîbên tenduristî û polêsan sewqî cihê bûyerê kirin.

Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Agiriyê û hat hînbûn ku rewşa birîndarekî giran e.

Ekîbên polêsan li herêmê û dora nexweşxaneyê tevdîrên ewlehiyê hildan û 2 gumanbar hatin binçavkirin.