Tirkiye

Li Agiriyê termometreyan di binê sifirê da 33 pile nîşan da

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da bi 33 pileyî va li Agiriyê hat pîvan.

İbrahim Atmaca   | 24.01.2021
Li Agiriyê termometreyan di binê sifirê da 33 pile nîşan da

Erzurum

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da bi 33 pileyî va li Agiriyê hat pîvan.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê kêmewrayî û sayî derbas bibe, germa hewayê wê 2 û 4 pileyan ji şertên demsalê zêdetir bibe.

Bişev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Agiriyê 33, li Erdexan û Qersê 27, li Erziromê 25, li Îdirê 15 û li Erzincanê 13 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Erzincanê 3, di binê sifirê da li Erdexanê 12, li Agiriyê 10, li Qersê 5, li Erzirom û Îdirê 2 pile tê payîn.

Qalindahiya berfê ji navendên xweşiqitandinê li Palandokenê 105, li Sarîqamişê 56 û li Konakliyê 44 santêm hat pîvan.

Ji ber ku li herêmê serê sibê û bişev qeşa, cemed, mij û moran tê payîn û li ber pal û berpalan talûkeya şepeyê heye, divê welatî û rayedar baldar bin û tevdîra xwe hildin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın