Tirkiye

Li Agiriyê germahiya hewayê daket 32 pileyên binê sifirê

Haydar Şahin   | 23.01.2021
Li Agiriyê germahiya hewayê daket 32 pileyên binê sifirê

Erzurum

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar bi 32 pileyê binê sifirê va li Agiriyê hat pîvandin.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku hewayê ewrsayî û sayî be, germahiyê wekî ya demsalê be, dibe ku car caran ba rabe.

Bi şev germahiya hewayê li Agiriyê di binê sifirê da 32, li Erdexan û Qersê di binê sifirê da 24, li Erziromê di binê sifirê da 20, li Îdir û Erzincanê di binê sifirê da13, li Tunceliyê di binê sifirê da 7 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Tunceliyê 5, li Erzincanê di binê sifirê da 2, li Îdirê di binê sifirê da 3, li Erdexanê di binê sifirê da 4, li Qersê di binê sifirê da 5, li Erziromê di binê sifirê da 7, li Agiriyê di binê sifirê da 15 pile be.

Qalindahiya berfê li Palandokenê 106, li Sariqamîşê 62, li Qonaxliyê 43 santêm hat pîvandin.

Dibe ku bi şev û ber destê sibê cemed çêbe, mij bikeve, pûk rabe û li herêmên berpal aşît bikeve ji ber vê ji welatiyan hat xwestin ku bira baldar bin û tevdîrên xwe hildin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın