Li Adiyemanê di qezaya ku du otomobîl tê da li hev ketin da 5 kes birîndar bûn

ADIYAMAN (AA) - Li Besniya navçeya Adiyemanê du otomobîl li hev ketin û 5 kes birîndar bûn.

Otomobîla ku H.A.O. diajot û plaqeya wê 02 AFA 835 e û otomobîla ku A.Î. diajot û plaqeya wê 63 VN 226 e, li ser rêya Adiyeman-Golbaşiyê di avêreya Besniyê da li hev qelibîn.

Di qezayê da şofêr û 3 kesên ku di otomobîlan da bûn, birîndar bûn.

Bi êxbarê ra ekîbên îtfaiyeyê sewqî herêmê kirin.

Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Besniyê.