Ahmet Arslantaş
17 Hezîran 2026•Rojanekirin: 17 Hezîran 2026
Li Adiyemanê bi xêra barana zêde rekolteya dan û dexlê pir bû. Tê çaverêkirin ku rekolteya ceh û genim a ku çinîna wan dest pê kir, li gorî par nêzîka 2 qatan zêde bibe û bigihêje 500 hezar tonî.
Li Adiyemana xwediya nêzîkî 2 milyon û 300 hezar deqar erdî, ji nêvî zêdetirê di qadên çandiniyê da dan û dexl tê reşandin. Bajarê ku di warê hilberîna dan û dexlê da xwedî cihekî giring e, par ji ber hişkesaliyê, ji milyonek deqarî zêdetir erdî, 230 hezar ton berhem hat bidestxistin. Lê îsal ji ber zêdebûna baranê tê çaverêkirin rekolte jî zêde bibe.
Rêveberê Çandinî û Daristanan Abdulkadir Akkan di bernameya çinînê ya li gundê Ovakkuyucaka ser bi navendê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û anî ziman ku sala 2026an werza çinînê bi bereket e.
Akkan destnîşan kir ku Adiyeman di hilberîna dan û dexlê da xwedî potansiyeleke giring e û diyar kir ku li bajêr bi giştî 2 milyon û 301 hezar deqar qada hilberîna çandiniyê heye û zêdetir ji sedî 50yî wê, ew qad in ku dexl û dan lê hatiye çandin.
Serokê Odeya Çandiniyê yê Adiyemanê Yaşar Ozkan jî anî ziman ku li herêmê ji serê donimekî 450 heta 550 kîlogram berhem tê hilanîn.
Mehmet Çelîkê ji cotkarên li gundê Ovakuyucakê jî destnîşan kir ku îsal berhem li gorî par bi qasî ji sedî 100 zêde bûye.