Tirkiye

Li 8 parêzgehên li Rojhilatê li 33 kesên ku nêçîra qaçax kirin 54 hezar û 100 lire ceza hat birîn

Muhammet Mutaf   | 18.10.2021
Li 8 parêzgehên li Rojhilatê li 33 kesên ku nêçîra qaçax kirin 54 hezar û 100 lire ceza hat birîn

Erzurum

Li 8 parêzgehên li rojhilatê welêt, di nava 2 rojan da li 33 kesên ku nêçîra qaçax kirin, bi destê peywirdarên parastina xwezayê 54 hezar û 100 lire ceza hat birîn.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî ya Şaxa Erziromê, li herêmê ji 16ê Cotmehê pê va nêçîra kew û kivrîşka çolê dest pê kir.

Midûriyetê li Erzirom, Erzingan, Agirî, Erdexan, Bayburt, Bîngol, Îdir û Qersê li deverên ku jê berpirsiyar e, bi 16 ekîban va derket kontrolê ku tesbît bike ka rêgezên nêçîrvaniyê tên cîbicîkirin an na.

Di vê çarçoveyê da di nava 2 rojan da 734 nêçîrvan hatin kontrolkirin û 23 hezar û 540 lire pere cezayê îdarî li 33 kesan hat birîn ku li dijî Qanûna Nêçîrvaniyê nêçîr kirin û her wiha 30 hezar û 560 lire pere jî wekî tezmînat li kesên navborî hat birîn ku bereksê qanûnê 9 kew û kivrîşkeke çolê kirin nêçîr.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın