
Erzurum
Li Erzirom, Qers, Agirî, Îdir, Erdexan, Erzincan û Tunceliyê berfê tesîra xwe bidomîne.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewravî be li Erzirom, Qers, Agirî, Îdir, Erdexan, Erzincan û Tunceliyê berfê bi navber bibare.
Tê texmînkirin ku bi şev û ber destê sibê cemedê çêbe, mijê bikeve û pûkê rabe, bayê ji aliyê başûr û başûrê rojhilatê ra rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Tuncelî û Erzincanê 1, li Erzirom û Îdirê sifir, li Agiriyê di binê sifirê da 1, li Erdexanê di binê sifirê da 3, li Qersê di binê sifirê da 6 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdir û Tunceliyê 4, li Agiriyê 2, li Erzincanê 1, li Erziromê sifir, li Qersê di binê sifirê da 2, li Erdexanê di binê sifirê da 4 pile be.
Rayedaran hişyarî da welatiyan ku bila ji bo aşîtê baldar bin û bê tevdîr nemînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.